Çıkış Bildirisi – Kürtçe

Em mêr in, JI MÊRÊN KU HÛN DIZANIN

Însîyatîfa Datçayê Ya mêraniya Rexnegirî (îDmR) bi rê dikeve!

Me dil heye ku barê pirsiyarî û veguhertina xwe pişt kin, ew barê li ser milên kesên ku bi me ku têkiliyên me yên wekhev pê re hene mayî.

Em, parbirayê û hevkarê pergala nêraniye! Hesabekî me yê nedayî û mêraniyek me yê ku divê ji xwe azad bibe heye. Em dizanin ku rêya vê azadiyê rûbirû bûn e; bi xwe re û bi hev re.

Em naxwazin mahaneya bigrin, xwe li mêraniya eşkere nekin xwedî, bigrîn û bi çavekî din werin dîtin. Em bi rê dikevin ji bo xwe bidin hember xwe û navberekê vekin ku bikaribin ji xwe bi xwe jî hesab bixwazin û bipirsin!

Însîyatîfa Datçayê Ya mêraniya Rexnegirî (îDmR) bi rê dikeve! Lê ne wek tevgeraka mafan!

Kî ne em: Kesê ku çiqas zorê dide yê din ewqas xwe azad û şiyandar dihesibîne; li fabrîqê karker, li mala xwe sermiyan, li “Emniyet”ê îşkencekar, bavê ku li nav malê de dilovaniya xwe bi hêrs nîşan dide. Yê ku, ji bo bi hebûn û hêza xwe bihese, li mal, rê, tarîtiya şevan û kargehan de derfeta pîsî û zordestiyê digere, şiyanperestê ku şiyandariyê dixwaze em in.

Em ji mêrên ku hûn dizanin in!

Kê gotiye ku tundî û zordariya li ser jin, zarok, LGBTİ+, ajal û hemû zindiyan tê kirin nexweşî, rêşaşî, nezanîn, hovî, kovîtî, bêzanyarî ye, yan jî ne ji rêzê ye û neye pejirandin; ew gotin ji binî ve li rêzikekê xwedî derdikevin û têra rave kirinê nakin. Ji xirakirina wekheviya kevn heta îro, çiqas rengê xwe biguhere jî ew tundî û zordarî hîmê nêraniye ye û bingehê civakê ava dike.

Ji ber vê, her awayên biyolojizmê ku xwe dide paş gotina “jin jin e, mêr mêr e”, girîngiya mirovahiyê derdixe pêş û kirinên mêran bi testosteronê ve girêdide, em bêşik û bêguman ji xwe dûr dixin!

Mêranî li mirov digere; mêr û her kes vê dikeve.

Îro, li vî welatî ku em tê de dijîn, tundî û zordariya ku berî gişan li ser jinan û zarokan, lê mêrên ku mêr nayên hesibandin jî tevê, li ser hemû zindiyan tê ajotin, bi taybetî hember LGBTİ+ û jinan vediguhere rewşa şer. Ew komkujiya dijî jinan, bi awayekî eşkere, zayendkujî ye! Di ev şerê ku wek zayendkujiyek dijî jinan xwe dide nasîn de yên ku nayên kuştin; ji bo ku werin bindest û bêrûmet kirin, yan têne tacîz û tecawîz kirin yan jî bi benê kuştin, tacîz, tecawîz, nêz û neçariyê têne giredan!

Li aliyê din; mixabin, leşker, polîs, serbaz û karmendên dinên dewletê, yên ku pişta xwe didin dewletê ji ber sûcên xwe yên nêranî têne parastin; şopa hevkarên wan nayê ajotin û dosyeyên derbarê wan de bi lez têne girtin an jî veşartin. Ew sûcdar û hevkarên xwe ku pişta xwe didin dewletê bi vê jî namînin, zorê didin malbat û hevalên kesên ku hatine kuştin yan jî kesên ku zindî mane lê nav pirsgirekên giran de dijîn; ew qas ku caran meyîtan direvînin. Bi zimanê dad û siyasetê kî çi dibêje bira bibêje, kesên ku bibêjin em mirovin nikarin van bûyeran qebûl bikin.

  Damezrandina dadê naxwaze bibîne vê tundî û zordestiyê ku veguheriye zayendkujiyê û bi gavên tesîrane xwe dide kêleka rêzik-mêraniyê; bes damezrandina siyasî bi vê jî namîne, rê digere ku ji Peymannameya Stenbolê ku qasî xwe jinan diparêze vekişe.

Însîyatîfa Datçayê Ya mêraniya Rexnegirî bêqeyd û bêmerc Peymannameya Stenbolê û alîgirên wê diparêze; xwe lê dike xwedî. Dixwaze 6284 were bicîh anîn û dijî betal kirina taybetên TCK 103’ê ku zarokan diparêzin, pêngavên ji bo bexşandina îstismarkeran û daxistina salê zarokatiyê ye. Ji xeyn van, di dad, siyaset, aborî û hemû qadên civakî de ji bo LGBTİ+ û jinan cîhawaziyek pozîtîf dixwaze.

  Em dizanin ku em kes di zikê diya xwe de ne “mêr” in; lê em dibin mêr! Cîhê têkoşîna îDmR ne pirsgirêka jin, lê wek pirsgirêkekê mêranî û mêr in! Bi vî awayî, tevgerên LGBTİ+ û jinan çiqas bi hevre werin bîr û zimanê me jî em naxwazin wan di nava hev de bihelînin, taybetiyên wan li bin tevahiyekê de wenda bikin. Bêguman, em dizanin ku em hewce hînkirina ji van tevgeran in, lê em xwe wek jêgirtî yan destgirtiyek dereng mayî jî nabînin!

Em, mêrên endam û hevgirên însîyatîfê li xiyalperetiyê xwedî derdikevin; baweriya me bi jiyanek wekhev heye, bi jiyanek ligel jin û marjînalên dinên damezrandina heteroseksist. 

Em ji xwe dipirsin: Em çawa bi mêraniya serdest, çîroka hêzdariyê, heteroseksizm û heteronormativizm ve tên girêdan, çawa dikevin tev van, çawa dibin aliyek ji damezrandina şiyandariya nêranî; bi kurtayî, çawa û çima em/mêr vediguherin xulamên stûxar yên vê serdestiya nêranî?

Kî bi çi awayî be bira bibe, aliyê bîyolojîk ve çi dibe bira bibe, ku xwe parbirayê dinyaya nêranî û mêraniyê dihesîne, lê dil heye ku hember tundiya li ser jin, LGBTİ+ û zarokan dengekî derxe, belav û bilind bike û têkoşînekê rêxe; deriyê Însîyatîfa Datçayê Ya mêraniya Rexnegirî wek însîyatîfekî neferma ji wan re vekirî ye. 

Endamtiya însîyatîfê ferdî ye. Bi tu awayî, siyasî yan jî na, bi navê kom, tevger yan rêxistinekê endamtî ne qebûl kirin.

Tê qebûl kirin ku; endam û hevgirên însîyatîfê bawer dikin ku kiryar û navendê damezrandina nêranî, heteroseksist û heteronormativist, ku bi zorê em xistine zikê xwe, mêr û mêranî ye. Ji ber vê yekê, ji hemû endaman tê hêvî kirin ku berî her tiştî bi rewşa mêraniya xwe ve rûbirû bibin.

Çawa, bi çi awayî yan ji bo çi dibe bira bibe, di zikê însîyatîfê de yan jî li derve, beşdarên însîyatîfê divê dijî afirandin û belav kirina gotinên jinofobik, heteroseksist, homofobik, transfobik, bifobik, mîlîtarîst, nijadperest û bîyolojîst bisekinin.

îDmR aştiyane, aştîperwer û aştîxwaz e; rê, rêbaz û kirinên xwe hemûyan de  bingehek aştiyane dide ber çavên xwe.  

Beşdarên însîyatîfê bawer dikin ku gotina “qada/ya taybet polîtîk e” ne tenê ji bo jinan, ji bo mêran jî rast e. Ji ber vê yekê, dema beşdarek helwest û tevgerên radîkal li dijî prensîbên bingehîn ên ku di vê danezanê de têne xuyandin pêşan bide û bi dev, sembolî û pratîk tundûtûjiyê bikar bîne, li gorî belgeya siyaseta bingehîn însîyatîf ê daxuyaniya mexdûrê bide ber çavên xwe û gavên pêwîst biavêje.

“KA EM BI PAŞ VE BIÇIN, BIRANO”

Em dixwazin rizgar bibin ji bûna berê damezrandina nêranî ku ji me hemûyan mafê bûna mêrekî bi taybet û hebûna xwe distîne; pêşiya derfetên cuda yên mêraniye digre; mêraniya me dike parbirayê hemû sûcên dijî jinan û jiyanên dinên cuda; di hiş û lingên me de zincîr û di çermê me de mohrek e.

Em şerm dikin ku “bi hevre”, “bi tevre” dibin mêr! Şûna mêrekî li nav tevahiye, em dixwazin, yek bi yek, bi taybetmendiyên xwe hebin! Ji xeyn bûna “mêrekî” qet tiştekî em wendakin tune ye.

Gaziya me ji hemû mêrên ku vê xewnê dibinin, dixwazin xwediyê vê xiyalî bin re: Ne ji bo mêraniyêkî nû avakin; ne ji bo tevahiyêkê nû; ji bo hilweşînin ew dîwarê ku em di tê de difetisin, me li nav tevahiyekê dixe, bêhna me teng dike û ji bo ji zikê wî dîwarî wek hebûnek bi tenê, bi taybetmendiyên xwe, rût û tazî ji dayik bibin!

Însîyatîfa Datçayê Ya mêraniya Rexnegirî ne ji bo tevîhevbûnê, ji bo belabûnê gaziyek e! Ne ji bo mêr bi tev ve bi ser kevin, ji bo bi tevre û hevre mêr wendakin; gazî û bangek!

Em dizanin ku hemû wendakirinên nêranî û mêrên me, bi ser ketin e ji bo yên ku derveyî rêzê mane. 

Em bang we dikin:

Dest ji polîtîkayên xwe yên mîlîtarîst li hundir û derveyî welêt, polîtîkayên ku ev welat kirine beyabana mêran bikşînin!

Dest ji belave kirina çekên ferdî bi destê dewletê bikşînin!

Dev ji zimanê gef û tundiyê ku êdî civak û ziman bi tevahî xistiye destê xwe, zimanê çekdarî, çekdariya zimên berdin!

Êdî laşê mêran nekin çekek!

Mêran bê çek bihêlin! Mêrno, bê çek bimînin!

Gaziya me, herî pêşîn ji dewletê, ji hemû mêran û nêraniyê re ye: Çekên li dest, ziman, berîk û laşê xwe de bi hêdîka berdin erdê û gavekî bi paş ve biçin!

Gaziya me ji Datçayê dest pê dike, hemû mêran re ye: 

Gavek bi paş ve! Bêtir paş ve! Wendakirin azad dike!

                            însîyatîfa Datçayê Ya mêraniya Rexnegirî

(Ev danezan, di binê belgeya siyaseta bingehîn ya însîyatîfa Datçayê Ya mêraniya Rexnegirî de hatiye amede kirin. Pêvajoya çêbûna însîyatîfê bi pêvajoya gengeşiya li ser belgeya siyaseta bingehîn didome.) 

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir